Piroseya sala nû ya xwandinê li Herêma Kurdistanê îro dest pê kir û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dibistana Necîbexana Celî Zade ya Koyeyê zenga sala nû ya xwandinê (2024-2025) lê da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nav wê merasîmê de gotarek xwand û tê de destpêkirina sala nû ya xwandinê (2024-2025) li hemî xwendekar û mamostayên Herêma Kurdistanê pîroz kir û tekez kir, “Mamosta herdem li rêza pêşiyê ya xizmetkiirina gel û welatê me bûne ji ber ku nifşekê nû perwerde dikin.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Ez hêvîdar im sala nû ya xwandinê ji bo hemî xwendekaran sala aramî û serkeftin û xweşiyê be, û ji niha ve ez daxwaza serkeftinê ji bo hemî xwendekarên xweşevî li vê dibistanê û li seranserî Kurdistanê dikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareke gotara xwe de behsa dibistana Necîbexana Celî Zade kir û got, “Necîbexan berî 100 salan wekî yekemîn keç ji bo dibistaneke têkel hat şandin, ku li wê demê mijara cudahiya zayendî ne tenê li Kurdistanê belkî li ser astê cîhanê tiştekî gelek diyar bû, lê bi şandina Necîbexanê ji bo dibistaneke têkel serdemeke nû dest pê kir.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Koye her ji kevn de bingeha zanist û marîfet û helbest û pêgehiştinê û cihê pêşkeftinê bûye û kesên gelek zana û mezin jê rabûne.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Îro roja pîroz a referandomê ye jî, her bi wê helkeftê ez destxweşiya vê roja pîroz û dîrokî li hemî xelkê Kurdistanê dikim.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de du mizgînî dan xelkê Koyeyê û derdora wê û amaje da, “Di çend rojên bê de em dest bi çêkirina rêya dualî ya Hewlêr - Koyeyê dikin, ku daxwazeke kevn a xelkê Koye û Hewlêrê ye.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir, “Ez dizanim li sala 2012ê bizav hatiye kirin û berê binyatî ji bo vê rêyê hatiye danan, lê ji ber sedemên cuda cuda heta niha ev piroje nehatiye bicihanîn. Me biryar daye û ez hêvîdar im di çend rojên bê de dest bi bicihanîn û temamkirina vê pirojeyê bê kirin.”
Mesrûr Barzanî mizgîniyeke din jî da xelkê Koyeyê û got, “Me biryar li ser qezakirina nahyeya Teqteqê wekî yek ji kevntirîn nahyeyên Kurdistanê daye, ku ev jî dê ji bo xelkê deverê alîkareke zêde be, bargiraniya îdarî li ser milên bajarê Koyeyê kêm dibe û taybetmendiyeke zêdetir jî bi Teqteqê tê dan. Ez hêvîdar im ev jî bikeve xizmeta hemî welatiyên Kurdistanê, xasma jî xelkê Koye û Teqteqê.”
Bi biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, îro (Çarşem, 25.09.2024) bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê dike û heta roja 15.10.2024ê berdewam dibe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja destpêkirina bangeşeya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê wekî “rojeke dîrokî ji bo hemî xelkê Herêma Kurdistanê” binav kir û daxwaz ji aliyên siyasî kir, “Dest bi bangeşeyeke aram û şaristanî bikin û hemî alî wê yekê li ber çav webigirin ku berjwendiya bilind a welatê me di ser hemî berjewendiyan re be.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Divê serkeftina hilbijartinan û destnîşankirina nûneran ji bo wê yekê bin ku zêdetir xizmeta gel û welatê me bikin û hemî mafên xelkê me bi aneha Xudê bidest bixin.”