Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Salih Mehdî El Hesnawî kir.
Duh roja Duşemê 12ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Salih Mehdî El Hesnawî kir.
Di civînê de li ser pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera herdu Wezaretên Tendirustiyê yên Herêm û Federal gotûbêj hatiye kirin, bi taybetî di warê pêşvebirina xizmetguzariyên tendirustiyê û baştirkirina kalîteya dermanan û çaksazîkirina sîstema giştî ya tendirustiyê de.