Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 17ê Kanûnê nameyek ji Parlamentoya Kurdistanê re şand ku tê de daxwaz kir, ji bo diyarkirina dema encamdana hilbijartinan civînekê saz bike û serokatiya herêma Kurdistanê diyar bike.
Barzanî di nameyê de diyar kir, ew amade ne ji bo encamdana hilbijartinên parlamento û serokatiya herêma Kurdistanê hemhangiyêl ligel Parlamentoya Kurdistanê bikin.
Serokwezîr Barzanî got, "Piştî me serdana aliyên siyasiyên Kurdistanê kir û rewşa herêmê û pêwîstiya parastina yekrêziya navxweyî û amadekarî bo hilbijartina bihevre bas kirî, em gihîştin wê encamê ku vegeriyan bo desthilata gel û encamdana hilbjartina baştirîn rêçke bo parastina yekrêziyê û çareserkirina pirsgrêkên herêmê. Evca ji ber wê yekê ez ji perlemana Kurdistanê daxwaz dikim ku erka xwe ya yasayî cîbicî bike bo encamdana hilbijartinan ku di dema sê mehên din de derbas nebe jiboy ku bikarin, divê demê de roja hilbjartina diyar bikin li gor wê disthilata ku bi me re hatiye dayin."