Serokwezîr Barzanî serdana Almanya dike

Almanya bi fermî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo serdanekê vexwande wî welatî.

15.12.2017, Cum - 19:54

Serokwezîr Barzanî serdana Almanya dike
Nuçe Belav bike

Piştî her yek ji welatên Fransa û Brîtanyayê, Almanyayê jî bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwand, daku serdana wî welatî bike.

Malpera Wezareta Derve ya Almanyayê ragihandiye, ku roja Duşemiya bihê 18ê vê mehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Berlînê bike.

Li gorî vê malperê, Nêçîrvan Barzanî dê li Berlînê bi Wezîrê Derve yê Almanya Sigmar Gabriyel re hevdîtinê pêk bîne.

Ev serdana Serokwezîr Barzanî piştî serdana wî ya bo Fransayê, dibe duyemîn serdana wî ya bo Ewropayê di heyama wê mehê de.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka vê mehê de serdana Fransayê kiribû û li Koşka Elyseeyê li Parîsê bi serokê wî welatî Emmanuel Macron re civiyabû.

Herwiha çend roj berî niha Serokwezîra Brîtanya Theresa May jî di pêwendiyeke telefonî de, bi fermî Nêçîrvan Barzanî vexwande wî welatî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:56:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x