Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Me soza xwe bi cih anî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa hinardekirina sêvên Berwarî Bala yên Herêma Kurdistanê bo derveyî welatî de ragehand, “Me soza xwe bi cih anî”.

22.12.2023, Cum - 06:14

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Me soza xwe bi cih anî
Nuçe Belav bike

Roja borî (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X”ê vîdyoya amadekirin û hinardekriina sêvên Berwarî Bala yên Herêma Kurdistanê bo Qeterê û welatên din ên kendavî parve kiriye û nivîsiye, “Me soza xwe bi cih anî”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye ku, ji bo cara yekê sêvên Berwarî Bala yên Herêma Kurdistanê hinardeyî Qeterê û welatên dî yên kendavî tên kirin û pabendiya xwe jî li ser pirrengkirina aborî û peydakirina bazarên nû ji bo berhemên xwemalî tekez kiriye.

Di berdewamiya bizavên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo piştevaniya cotyarên Herêma Kurdistanê û berbazarkirina berhemên wan û hinardekirina wan ji bo sûkên cîhanî, piştî hinardekirina hinar, hingivîn, pitat û çend berhemên din ên xwemalî, sêvên Herêma Kurdistanê jî hinardeyî derve tên kirin.

Roja Çarşemê, 20ê Berçileya 2023ê, Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, karwanê yekê yê sêvên Berwaî Bala ya Herêma Kurdistanê ku ji pênc tonan pêk tê hinardeyî Qeterê hat kirin û ev pirose dê berdewam be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 157 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:00:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x