Swêd dixwaze li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike

Balyozê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven û Berpirsê Îdareya Konsulxaneya Swêdê û Komîsyarê Bazirganî yê li Rojhilata Navîn Botan Salih serdana Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê kirin.

31.05.2022, Sal - 06:28

Swêd dixwaze li Herêma Kurdistanê veberhênanê bike
Nuçe Belav bike

Balyozê Swêdê yê li Iraqê Jonas Loven û Berpirsê Îdareya Konsulxaneya Swêdê û Komîsyarê Bazirganî yê li Rojhilata Navîn Botan Salih serdana Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê kirin û di civînê ligel Serokê Desteya Veberhênanê, rewşa veberhênan û berfirehkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê gotûbêj kirin.

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî diyar kir, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi veberhênan biyanî heye, ji bo vê yekê jî hikûmet amade ye ku hemû hêsankariyan ji bo veberhênerên biyanî û Swêdî bike û dixwaze veberhênerên Swêdî, Kurdistanê bibînin.

Balyozê Swêdê jî destnîşan kir, pêwendiyên wan ên baş ligel Iraq û Herêma Kurdistanê heye û ji ber vê rewşa seqamgîr a li holê ye, dixwazin pêwendiyên xwe di warê bazirganî û veberhênanê de bihêztir bikin, ji bo vê mebestê jî daxwaz ji Serokê Desteya Veberhênanê kir, derfetên veberhênanê li sektorên cuda bixin ber destê wan, ji ber ku di sektorên pîşesazî, veguhestin, tendirustî, xwendin û teknolojiya çandiniyê, ezmûna wan a gelek baş heye û dixwazin kar bikin.

Bi armanca hevahengiya zêdetir a navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê, biryar e çend veberhênerên Swêdê bêne Kurdistanê û şandeke veberhênanê jî ji Herêma Kurdistanê serdana Stockholmê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 636 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:53:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x