Tevgera Nucebayê: Grûpên Berevaniya Îraqê êrişî Pêşmerge nekiriye

Endamê Polîtborûya Nucebayê Dr. Heyder Lamî îdia kir ku grûpên Berevaniya Îslamî ya Îraqê êrişî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nekiriye.

03.01.2024, Çar - 13:08

Tevgera Nucebayê: Grûpên Berevaniya Îraqê êrişî Pêşmerge nekiriye
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtborûya Nucebayê Dr. Heyder Lamî ji Rûdawê re got ku, “Berevaniya Îslamî ya Îraqê grûpeke cemawerî ye û ne beşeke ji Heşda Şeibiya li Îraqê ye.

Dema ku ev grûp hêzên dagîrkar li Îraqê bi armanc digire, nabe li ser Heşda Şeibî bê hesabkirin ku saziyeke ewlehiya fermî ya Îraqê ye û girêdayî Serokatiya Wezîrên Îraqê ye.”

Heyder Lamî derbarê nasnameya grûpa “Berevaniya Îslamî ya Îraqê got, “Amerîka dizane grûpên hevbeş ên berevaniyê kî ne ku li Îraqê bi “Berevaniya Îslamî ya Îraqê tên naskirin.”

Grûpên çekdar ên Şîe li Îraqê ku nêzîkî Îranê ne, bi navê “Berevaniya Îslamî ya Îraqê” tên naskirin.

Ji 17ê Çiriya Pêşînê ya 2023yan ve 27 caran êrişî ser Herêma Kurdistanê û 29 caran jî êrişî ser baregeha leşkerî ya Eyn Esedê ya li Enbarê kirine.

Derbarê berdewamiya wan êrişan Heyder Lamî got ku ew kar “erkê şerî, mirovahî , yasayî û berevanîkirine ji pîrozî û bîr û baweriyan e”.

Heyder Lamî got, “Peyama me zelal e, ev êrişên bi dron û mûşekên yên li dijî baregehên Amerîkayê yên di navxwe û derveyî Îraqê de berdewam bin heta wê dema ku êrişa hovane ya li ser zarokên me li Xezeyê bidawî dibe.”

Derbarî wê yekê ku çima naçin li Xezeyê şer nakin jî Lamî got:

“Eger hin welatên Ereb ên ku piştevaniya statûya zayûnî dikin rê bidin me, em amade ne ku biçin.

Lê niha ne pêwîst e ku em di nava Filistîna dagîrkirî de bin, ji ber ku mûşekên me digihêjin baregehên Îsraîlê yên li Karîc û Um Reşaşê.”

"Em êrişî Pêşmerge nakin"

Roja 30 Kanûna Pêşînê ya 2023yan bi dronekê êrişî ser baregeheke hêzên Pêşmerge ya li Pîrmamê hat kirin lê Berevaniya Îslamî ya Îraqê ew êriş li xwe negirt.

Heyder Lamî got ku “Hêza Pêşmerge ji aliyên grûpên Berevaniya Îslamî ya Îraqê ve nebûne armanc.

Ji ber ku Hêza Pêşmerge hêzeke fermî ye û ne pêkan e ku grûpên parastinê wan hêzan bikin armanc.

Em di navxweya Îraqê de ti welatî û saziyekî fermî bi armanc nagirin. Armancên me ên sereke baregehên Amerayê û baregehên Mossadê yên li Îraqê ne.”

Bi gotina Heyder Lamî, ew piştevaniya bi armacgirtina ti hêzeke ewlehiyê ya Îraqê nakin, çi hêza Pêşmerge be yan jî her hêzeke din be ku parastinê li Îraqê dikin û rêzê ji yasayên wê yên navxwe digirin.

"Êrişên nû dê bêne kirin"

Lamî da zanîn ku dê xalên nû hedef bigirin û wiha domand:

“Êrişên me yên bê dê gelekî taybet bin û dê berdewam û berfirehtir bibin. Çekên taybet dê bêne bikaranîn ji bo armancgirtina cihên diyar.”

Lamî herwiha tekez kir ku çekên baş û taybet li ber destê wan hene ku bi hêsanî dikarin bikar bînin.

Tevgera Nucebayê grûpeke çekdar ya Şîe ya Îraqê ye û sala 2013an hatiye avakirin.

Ew ji grûpa Esayîb Ehlî Heqê veqetiyan ku Qeyîs Xezelî serokê wan bû.

Hejmara çekdarên wê bi nêzîkî 10 hezar kesan tê texmînkirin.

Niha Ekrem Keibî serokatiya wê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:56:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x