Tirkiyê civîna PKKê û hêzên Iraqê bombebaran kir

Li gor agahiyan, balafirên bê firokevan ên Tirkiyê cihê civîna PKKê û berpirsên leşkerî yên Iraqê bombebaran kirine.

11.08.2020, Sal - 19:33

Tirkiyê civîna PKKê û hêzên Iraqê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, hejmarek fermandeyên Zêrevanên Sînorî yên Iraqê li devera Biradost li gel PKKê di civînê de bûn, ku ji aliyê Tirkiyê ve cihê civînê hatiye bombebarankirin.

Li gor agahiyan, balafirên bê firokevan ên Tirkiyê cihê civîna PKKê û berpirsên leşkerî yên Iraqê bombebaran kirine.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê yê li Soranê, Bextiyar Qadir bi dest xistine, 7 kes ji berpirsên leşkerî yên Iraqê û PKKê di vê civînê de bûne.

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê, Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand: Demjimêr 15:45 êvara îro, çend balafirên bê firokevan li devera Biradost, otomobîleke Zêrevanên Sînor ên Iraqê kirine armanc.

Îhsan Çelebî diyar kir, di encama bombebaranê de çend zêrevanên sînor hatine kuştin, ku du efserên pilebilind ên hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê jî di nava kuştiyan de ne.

Îhsan Çelebî got, yek ji wan efserek bi pile Emîd yê din jî pileya wî Eqîd e û tekez kir, herdu efser jî Kurd in.

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê destnîşan kir, “ji ber ku balafirên Tirkiyê bi berdewamî li deverê dizivirin, heta niha termên kesên kuştî li cihê bombebaranê nehatine rakirin.”

Fermandeyên serbazî yên Iraqê û berpirsên PKKê ji bo hevahengî û rawestandina şer û aloziyan ketibûne civînê.

Civîna herdu aliyan li Zozanên Bêrmê ya Dîndaran li sînorê nahiyeya Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve bûye.

Şeva bihorî li sînorê nahiyeya Sîdekanê di navbera hêzeke Iraqî û hejmarek gerîlayên PKKê de alozî çêbûbû.

Fermandarê Fermandariya Zêrevanên Sînor ên Iraqê, Emîd Rukn Hemad Dizeyî têkildarî wê bûyerê ji Rûdawê re ragihandibû,“şeva bihorî çend çekdarên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve li sînorê nahiyeya Sîdekanê nêzîkî sengerên Zêrevanên Sînor bûn û ji ber wê aloziyek di navbera herdu aliyan çê bû û paşê jî hinek teqe hat kirin, lê zirarên canî çênebû.”

Rêveberê bajarokê Sîdekanê jî gotibû, di pevçûnê de şivanekî xelkê deverê yê bi navê Menaf Ebdulla Xidir ê temen 51 salî birîndar bûye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:31:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x