Tirkiyeyê êrişî Şingalê kir: Kuştî hene

Droneke Tirkiyeyê li Şingalê êrişî konekî karkeran kir, 5 kesan canê xwe ji dest da.

29.12.2023, Cum - 05:47

Tirkiyeyê êrişî Şingalê kir: Kuştî hene
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Şeva borî bi dronê êrişî Şigalê hat kirin û hinek kes hatin kuştin.

Cihê ku êrişî hatiye kirin 8 kîlometreyan dûrî Xanesorê ye û em nizanin çend kes hatine kuştin.”

Li gorî agahiyan, di êrişê de gundê Kerkê hatiye bombebarankirin. Ev gund li herêma Barê ye û nêzîkî Çiyayê Şingalê ye. Herwiha 8 kîlometreyan dûrî nahiyeya Xanesorê ye.

“Karker bûn hedef”

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser a Şingalê di daxuyaniya xwe ya li ser êrişê de amaje pê kir ku Tirkiyeyê ev êriş kiriye û da zanîn:

“Di vê êrişê de karkerên ku li konekî diman bûn hedef. Wan karkeran bîreke avê dikolan. 5 karker hatin kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.”

Li aliyê din, Heyder Şeşo destnîşan kir ku ew nizanin çend kesan canê xwe ji dest daye û nizanin kesên hatine kuştin şervan bûn an sivîl.

Rêveberiya Xweser a Şingalê ragihand ku ew dê îro li ber Meclîsa Gel a Xanesorê çalakiyeke protestoyê li dar bixin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 210 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x