Umêd Sebah: Divê Bexda budceya Herêma Kurdistanê bişîne

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Umêd Sebah ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe li hember Hikûmeta Federal a Iraqê cîbicî kirine û divê Bexda budceya Herêma Kurdistanê bişîne.

21.07.2023, Cum - 05:39

Umêd Sebah: Divê Bexda budceya Herêma Kurdistanê bişîne
Nuçe Belav bike

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe li hember Hikûmeta Federal a Iraqê cîbicî kirine û divê Hikûmeta Federal ji 26ê Hezîranê ve hemû heqên Herêmê bişîne û ti hinecetek jî ji bo neşandina budce û mûçeya Herêma Kurdistanê nemaye.

Îro Pêncşemê 20ê Tîrmeha 2023an, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di konferanseke rojnamevaniyê de ku li Bexdayê birêve çû, karên çend rojên borî yên civînên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li ser mijara cîbicîkirina yasaya budce û mijara petrolê ligel Hikûmeta Federal eşkere kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadebûna xwe nîşan daye ku her pabendiyek bikeve ser wê, pêk bîne.

Omêd Sebah diyar kir, di yasaya budceyê de hatiye ku Herêma Kurdistanê pabendî dikeve ser wê, herwiha got ku ji 25ê Hezîranê ve Herêma Kurdistanê rojane bi qasî 50 heta 60 hezar bermîl petrol radestî Hikûmeta Federal kirine, ku ew mîqdar ji aliyê Hikûmeta Federal ve hatiye diyarkirin û rêjeya wê jî tê bilindkirin heta ku budce dikeve warê cîbicîkirinê.

Sebah eşkere kir, ti hincetek tune ye ku pere bo Herêma Kurdistanê neyê şandin û got, ji bo îsbatkirina şefafiyeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji çavdêriya darayî ya Iraqê kiriye ku hefteya bê, dest bi hûrbîniyê bikin weke ku di yasaya budceyê de hatiye.

Serokê Dîwana Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê eşkere kir, divê îsal ji 26ê Hezîranê ve, hemû heqên Herêma Kurdistanê bi hev re werin dayîn, ango ne tenê şandina mûçeyan, herwiha derbarê şeş mehên borî de jî ku budce jê re werin hesabkirin di nava mehekê de bo Herêma Kurdistanê werin şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:24:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x