Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel do konferanseke rojnamevanî de li ser êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, bersiva pirsa Kurdistan24ê da û got: “Me çend caran gotiye, Îran di têkdana seqamgîriya navçeyê de berdewam e.”
Vedant Patel diyar kir: “Me gelek bi tundî wan êrîşên mûşekî û dronan ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar kiriye û em ji Îranê daxwaz dikin ku wan êrîşên xwe rawestîne.”
Li ser şerê Ukraynayê, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel eşkere kir, sizayên zêdetir bi ser Rûsyayê de disepînin û sizayên berê jî dê bimînin, herwiha dibêje mafê Ukraynayç heye ku berevaniya xwe bike.
Li ser rewşa siyasî ya Îranê û kuştina xwepêşanderan, Wezareta Derve ya Îranê dibêje: “Em nîgeran in