Wezareta Karûbarên Şehîdan ragehandinekê li ser şehîdên yekê Şibatê parve dike

“Ew karê çepel ê terorsiatn ji bo têkdana aştiyê û canê lêborînê û xweşiyên cejnê bû”

01.02.2024, Per - 06:21

Wezareta Karûbarên Şehîdan ragehandinekê li ser şehîdên yekê Şibatê parve dike
Nuçe Belav bike

Di bîranîna şehîdên 1ê Şibatê de, Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinek parve kiriye ku tê de hatiye, “Tevî ku ew karê çepel ê terorsiatn ji bo têkdana aştiyê û canê lêborînê û xweşiyên cejnê bû, lê xwîna şehîdan û qurbaniyan bû hêvênê zêdetir bihêzkirina canê pêkvejiyanê û tebayî û yekîtiya rêzên gelê Kurdistanê”.

Herwesa di apreka dî ya wê ragehandinê de hatiye, “Em hêvîdar in ev bîranîn zêdetir palderên bihêzkirina serweriya Kurdistanê û yekîtiya rêzên gelê me bin”.

20 sal bi ser peqîna 1ê Şibata 2004ê re derbaz dibin, ku di yek demê de bingehên Liqa Duyê ya PDKyê û Melbendê Sêyê yê YNKyê li Hewlêrê bi rêya du kiryarên xwekujiyê hatin peqandin û di encamê de 103 kes şehîd bûn û hejmareka dî jî birîndar bûn.

Deqê ragehandina Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan:

Berî 20 salan li roja 1ê Şibata 2004ê, terorsitên tarîxwaz di du kiryarên xwekujiyê de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 103 berpirsên hikûmî û serkirde û kadir û Pêşmerge û welatî şehîd kirin û hejmareka dî jî birîndar kirin.

Tevî ku ew karê çepel ê terorsiatn ji bo têkdana aştiyê û canê lêborînê û xweşiyên cejnê bû, lê xwîna şehîdan û qurbaniyan bû hêvênê zêdetir bihêzkirina canê pêkvejiyanê û tebayî û yekîtiya rêzên gelê Kurdistanê.

Îsal jî ku em şehîd û qurbaniyên wê karesatê li bîr tînin li gel şandina silavan ji bo canê şehîdên Kurdistanê, gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de şanaziyê bi ewlehî û aramiya Kurdistanê û xweragiriya li ser astê hemî karesat û qeyranan dike û di eynî demê de ji bo berhingarbûna teror û terorizmê tekezê jî li ser yekxistina bizavan dike.

Em hêvîdar in ev bîranîn zêdetir palderên bihêzkirina serweriya Kurdistanê û yekîtiya rêzên gelê me bin. Em jî li Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan bîranîna şehîd û qurbaniyan bilind û zindî radigirin û wekî herdem ji bo xizmetkirina kesûkarên şehîdan em di bizavên berdewam de ne.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan

1ê Şibata 2024ê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x