Wezareta Navxwe: Herêma Kurdistanê ti car rizamendî li ser êrîşên Îranê nedaye

"Herêma Kurdistanê ti car û ti demekê, rizamendî li ser binpêkirina serweriya xak û encamdana van êrîşan nedaye û bi tundî şermezar dike."

01.10.2022, Cts - 07:54

Wezareta Navxwe: Herêma Kurdistanê ti car rizamendî li ser êrîşên Îranê nedaye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên berdewam ên Supaya Pasdaran a Îranê li ser navçeyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Herêma Kurdistanê ti car û ti demekê, rizamendî li ser binpêkirina serweriya xak û encamdana van êrîşan nedaye û bi tundî şermezar dike.

Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, li ser gotinên fermandarekî hêzên Îranê yên derbarê êrîşên wan ên li ser Herêma Kurdistanê ye.

Berdevkê Wezareta Navxwe di daxuyaniya xwe de diyar dike: “Nûner û şandên Îranê di civînan de û di ragihandinê de jî, bi eşkere û berdewam gefa lêdana baregehên opozîsyon û baregehên Amerîkayê xwarine.”

Herwiha destnîşan dike: “Aliyên opozîsyonê jî agahdarê wan gefan bûn.”

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê eşkere kir, Herêma Kurdistanê ti car û ti demekê, rizamendî li ser binpêkirina serweriya xak û encamdana van êrîşan nedaye û em bi tundî şermezar dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:19:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x