Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg li Hewlêrê yekem civîna xwe ya fermî, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re kir.
Got jî ku, biryar e piştî civînê, Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg serdana korbenda aborî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Awusturya de bike û piştre bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.
Pemanêrê diyar kir, niha Ofîsa Bazirganî ya Awusturya li Hewlêrê heye û di hevdîtinên îro yên li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê de, dê behsa şêwaz û mekanîzma vekirina Konsulxaneya Giştî ya Awusturya li Hewlêrê bê kirin.
Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg şeva borî bi serdanekê gihîştibû Hewlêrê.