Xaça Sor: Kurdistan li navçeyê mînakeke bilind û binirxe

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Selahedînê, pêşewazî li Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û şanda li gel de kir.

10.01.2017, Sal - 19:03

Xaça Sor: Kurdistan li navçeyê mînakeke bilind û binirxe
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor, Peter Maurer spasiya Barzanî kir ji bo vê dîdarê û ragehand ku rêxistina Xaça Sor li wan gef û êrîşên ku rastî Kurdistanê bûne têdigehe û dixwazin ku çalakiyên xwe zêdetir bikin bi awayekê ku bikarin xwe li gel guhertinên nû de biguncînin.

Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê kir ku di vê heyamê de mêvandarî li sedan hezar penaberan kirine û hemû pêkhatiyên olî û netewî li êrîşa terorîstan parastine û herwaha bi destpêkirina operasyonê Mûsilê ve, penaberên zêdetir hatine Kurdistanê û li kempan de hatine bicîh kirin.

Di berdewamiyê de Serokê Komîteya Xaça Sora Navnetewî, Peter Maurer, asta peywendiyên rêxistinê li gel Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û spasiya Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê jî kir ku di pêkanîna erke û karên rêxistinê de harîkarî û hêsankariyên pêwîst ji bo rêxistina wan kirine. Herwaha asankarî û hevkariya girtîgehên herêma Kurdistanê jî bilind nirxand ku di dema serdana nûnerê rêxistinê ji bo girtîgehan de ji rêxistina wan re hatiye kirin û hêviya xast ku ev hemahengîye di navber wan û herdu Wezaretên Navxwe û Pêşmergeyan de berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê jî bi xêrhatina şanda mêvan kir û destxweşî li erk û karê rêxistinê kir û pêşewazî li hewl û çalakiyên rêxistinê kirin û tekezî jî kir ku hikûmeta Kurdistanê hemû demê amadeye ku li gor rênimayî û şîretên vê rêxistinê tevbigere û hêvî xwast ku hemahengiyeke zêdetir li navber herdu aliya de hebe.

Barzanî amaje bi vê yekê jî kir ku ew kesên ku desthelatiya DAIŞê qebûl nekirin û hatine Herêma Kurdistanê, piştî nemana êrîş û gefa DAIŞê, rakirin û bêbandorkirina teqemenî û bombên çandî yên DAIŞê û dabînkirina xizmetguzariyan dikarin vegerne ser malên xwe lê belê di destpêka êrîşa DAIŞê ji bo Kurdistanê hinke kesan wek şaneyên veşartî yên DAIŞê harîkarî dane DAIŞê û li piştêve xencer li Pêşmergeyan dane û li ber vê yekê Kurdistanê zerer û ziyan dît ew kesene efû nabin û çarenivîsa wan vê wek DAIŞê be

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1514 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:59:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x