Xebatên ji bo destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Mêrsînê dest pê dikin

Parêzgarê Hewlêrê û şandeke welatê Tirkiyê tekezî li ser destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêrê û Mêrsînê dikin.

24.05.2023, Çar - 05:57

Xebatên ji bo destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Mêrsînê dest pê dikin
Nuçe Belav bike

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, îro Sêşemê 23ê Gulana 2023an, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw pêşwazî li şandeke sermayedar û karsazên Tirkiyê ya bi serokatiya Serokê Odeya Bazirganiyê ya Mêrsînê û Serokê Komeleya Dostaniya Tirkiye-Iraqê kir.

Hat diyarkirin ku herdu aliyan li ser şêwaza bihêzkirina pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, danûstandina fikr û ramanan kirin.

Di civînê de tekezî li ser bilindkirina ast û qebareya pêwendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ji bo vê yekê jî amaje bi vekirina deriyê sînorî yê Zêtê hatiye dayîn, ku bandoreke erênî li ser berfirehkirina qebareya danûstandina bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dike.

Herwiha hevnêrîn bûne li ser karkirina cidî ya ji bo destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Mêrsînê, ev yek wek xala werçerxanê ji bo bihêzkirina zêdetir a pêwendiyan şirove kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:23:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x