YBŞê pêşmergeyekî swêdî dîl girtiye

Hemwelatiyekê Swêdê yê di nav pêşmergeyan de li dijî DAIŞê şer kiriye, ji aliyê hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya serbi PKKê ve hatiye girtin.

28.03.2017, Sal - 06:01

YBŞê pêşmergeyekî swêdî dîl girtiye
Nuçe Belav bike

Navê vê hemwelatiyê Swêdê Tony ye û zêdetirî sal û nîvekê ye hatiye Başûrê Kurdistanê, di nav Hêzên Pêşmerge de beşdarî şerê li dijî DAIŞê bûye.

Li gorî nûçeya rojnameya Aftonbladet a swêdî, Tony yê 51 salî ji birayê xwe re nameyek şandiye û gotiye; “Li vir rewşa min ne baş e û ez ji aliyê grûbekê kurdî ve hatime girtin.”

Birayê wî jî ji rojnameya Aftonbladet re gotiye; “Birayê min ji aliyê grûbekê bi navê YBŞê ve hatiye destgîrkirin. Ew li bakûrê Iraqê Şingalê hatiye zîndanîkirin. Ev herêm dikeve ser sînorê Sûriyê. Brayê min ji bo karekî baş çûbû wê derê lê binerin niha çi bi serê wî de hatiye?”

Birayê Tony diyar dike, ku wî di nameya xwe de gotiye, “Ez der mîna dojehê ye” û wiha berdewam dike; “Ev yekemîn car e birayê min wiha hewar dike. Ew dixwaze ev peyama wî belav bibe, ji ber ku ditirse wêneyekî wî yê xirab di ragihandinan de belav bibe.”

Tony li rojavayê Swêdê mezin bûye û perwerdeya leşkerî dîtiye. Birayê wî dibêje; “Tonî li Iraqê li gel kurdan dijî rêxistinên tundrew şer kiriye.”

Rojnameya Aftonbladet jî pêwendî bi Tony re pêwendî daniye û wî jî gotiye; “Rewşekî pir nexweş e. Min ligel kurdan li gelek deveran li dijî grûbên tundrew ên olî şer kiriye. Lê niha grubekî kurdan li dijî min sekiniye.”

Tony dibêje; “Bi baweriya min ev grûba ez girtime grûbeke çete ne û kontrol liser wan nîne.”

Birayê Tony dide xuyakirin, ku wan Wezareta Derve ya Swêdê ji vê rewşê agahdar kiriye. Lê Berpirsa Ragihandina Wezareta Derve ya Swêdê Katarina Byrenius Roslund dibêje; “Di rewşên wiha de ew pêwendiyên ligel me tên kirin nehênî dimînin, lewma me navê em ti agahiyekê bidin.”

Katarina Byrenius Roslund diyar dike, ku Wezareta Derve gelek caran hişyarî daye hemwelatiyên xwe da ku serdana gelek deverên Iraqê nekin û dibêje; “Eger ew bixwe bi daxwaza xwe çûbine wan deveran, alîkariya me ya ji wan re jî dê bi sînor be.”

Rojnameya Aftonbladet di nûçeya xwe de destnîşan dike, ku Tony yek ji wan sedan swêdiyan e, ku li Sûriye û Iraqê li dijî DAIŞê şer dikin.

Tony di dawiya sala 2015ê de beşdarî operasyona kontrolkirina Şingalê bûye. Di nûçeyekê de ji Kanal 4 a Swêdê re behsa dijwariye şer kiriye.

Birayê Tony ji rojnameya swêdî re ev yek jî piştrast kiriye, ku Tony gelek caran beşdarî şer bûye lê birîndar nebûye lê Tony dibêje; “Ez di bedena xwe de birîndar nebûm. Lê dilê min birîndar bûye. Li vir nan nadin min tenê av didin.”

Tony di dawiyê de jî dibêje; “Ez ti ronahiyekê nabînim. Fêm nakim ka çima li hember min wiha serhişk in. dewsa ku herin li dijî DAIŞê şer bikin, wiha li min dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:49:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x