YPG û HSD 'Artêşa Bakurê Sûriyê' ya 100 hezar leşkeran ava dikin

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku kurdên Sûriyeyê artêşeke nû bi navê Artêşa Bakurê Sûriyeyê ava dikin ku ji 100 hezar leşkerî pêk tê daku sînorê Federasyona Bakurê Sûriyeyê biaprêze.

27.12.2017, Çar - 06:08

YPG û HSD 'Artêşa Bakurê Sûriyê' ya 100 hezar leşkeran ava dikin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Elhesedê, Fermandarê Giştî yê van hêzan diyar kiriye ku ev hêz dê profesyonel û bi tecrube bin û dê li dijî êrîşan federasyonê biparêze ku ne Sûriye û ne jî Tirkiye bikare bi hêsanî têkeve sînorên wê.

Kurd navê "Artêşa Bakurê Sûriyeyê" lê dikin û niha tê damezirandin ku peywira wê parastina herêmên Federasyona Bakurê Sûriyeyê ne ku Hesekê, Kobanî, Girê Spî, Minbic, Efrîn û herwiha Reqa û çoltera Derê Zorê di nava xwe de dihewîne.
Herwiha fermandarê giştî teqez kir ku Hevpeymana Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya ku Washington pêşengiya wê dike, piştgiriya teknîkî û perwerdehiyê dide wan û xebata wan li gel hevpeymanê berdewam e.

Li gorî nûçeyê, efserên vê artêşê li akademiyeke leşkerî li bajarê Amûdê tên perwerdekirin lê kampên perwerdekirinê li Cezîr, Kobanî, Efrîn, Minbic û Tebqayê jî hene.

Ji aliyê din ve, çavkaniyên kurd diyar dikin ku ev hêz dê ji yekîneyên bakurê Sûriyeyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Parastina Gewherî û Hêzên Erka Xweparastinê pêk were ku kurd, ereb, suryanî û çerkez dê tê de cih bigirin û armanc ew e ku hejmara wan bigihîje hêzeke 100 hezar leşkeran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1055 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:30:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x