Zêbarî di tora xwe ya civakî Twitterê de nivîsan: ‘’Civîna Parlamentoya Iraqê bo pejirandina budceya giştî ya Iraqê, îspat kir ku hejmarek ji endamên lijneya darayî pêwîstiya wan bi wê yekê heye ku biçin dewreyekî fêrbûna zimanê erebî.’’
Herwaha got: ‘’Ew endamên lijneya darayî ji bo xelkê îspat kirin ku rêzimanê erebî bi awayê herî sade jî nizanin. Li gel vê jî derbarê bingehên serekî yên darayî û aborî jî nizanin û biryarê jî derbarê çarenivîsa welat de didin.’’
Hêjayî gotinê ye endamên lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê di dema civîna pejirandina budceyê de û dema xwendina projeyasayê de rastî pirsgirêkên mezin ên xwandinê hatin ku bi zimanê dayîk ê wan ê erebî ve hatibû nivîsandin.