Zîndanên Kurdistanê da Metirsî ye DAIŞê

Dezgehên ewlekariya Iraqê û Herêma Kurdistanê rojene gelek kesan bi tometa “pêwendiya ligel rêxistina DAIŞê” digrin. Li gorî rapora Human Rights Watch, di nav du salên dawiyê de 9 hezar kes li ser vê yekê hatine girtin û piraniya wan jî ji ber rewşa ewlekarî û aramiyê şandine zîndanên Herêma Kurdistanê.

26.12.2016, Pts - 09:28

Zîndanên Kurdistanê da Metirsî ye DAIŞê
Nuçe Belav bike

Dezgehên ewlekariya Iraqê û Herêma Kurdistanê rojene gelek kesan bi tometa “pêwendiya ligel rêxistina DAIŞê” digrin. Li gorî rapora Human Rights Watch, di nav du salên dawiyê de 9 hezar kes li ser vê yekê hatine girtin û piraniya wan jî ji ber rewşa ewlekarî û aramiyê şandine zîndanên Herêma Kurdistanê.

Dibe ku ev agahî ji aliyê gelek kesan ve weke agahiyên xweş bên dîtin, ku di nav vê heyamê de ev hinde endam û alîgirên DAIŞê hatine girtin. Lê li gorî raporekî govara Foreign Affairs, ev hejmara zêde ya girtiyên DAIŞê, guvaşeke mezin a darayî dixe ser hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê, ku herdu hikûmet jî ji destê krîza darayî dinalin.

Bi tevê vê yekê, tê pêşbînîkirin, ku ligel destpêkirina operasyona Mûsilê, hejmara girtiyên DAIŞê zêdetir jî bibin.

Xerca girtiyên DAIŞê

Yek ji pirsgirêka mezin a girtiyên DAIŞê xerç û têçûyên wan e. li gorî gotina rêveberê berî yê Girtîgeha Asayîşa Germiyanê, “rojane xerca her girtiyekê DAIŞê dibe 250 dolar.”

Tenê xerca xwarina rojekê yê girtiyekê 42 dolar e. Xercên din jî dabînkirina cîh, çavdêriya tendurustî û ewlekariyê tên kirin. Herî zêde mesref li tendurustiya girtiyan tê kirin. Jiber ku gelek ji wan birîndar in û pêwîstiya wan bi dermankirineke demdirêj heye.

Mînekeke vê rewşê çekdarekî DAIŞê yê çeçen e, ku xwestibû xwe biteqîne lê bi birîndarî hate girtin. Ev çekdar mehekê di nexweşxaneyê de maye û herwiha ji ber birînên xwe 3 mehan jî hatiye dermankirin. Piştî dermankirinê dezgehên ewlekariyê nû karîne wî bişînin dadgehê.

Tejîbûna zîndanên Iraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke din e. Girtîgeha Meeskerê Selam a Silêmaniyê ji bo hezar girtiyan hatiye avakirin. Lê niha hezar û 200 girtî têde ne. girtîgeha Germiyanê jî ji bo 50 girtiyan hatiye avakirin lê niha 3 ew hinde girtiyên wê hene.

Dadgeh asayî kar nakin

Hikûmeta Iraqê ji ber krîza darayî biryar daye hinek ji girtîgehan bigre. Tê çaverêkirin, ku ev yek jî guvaşê bixe ser girtîgehên din. Biryar e zîndana Çemçemalê jî di dawiya sala îsal de bê girtin û girtiyên wê veguhezin zîndana Nasiriye ya li başûrê Iraqê.

Zêdebûna hejmara girtiyên çekdarên DAIŞê guvaşê dixe ser sîstema dadweriyê jî. Jiber krîza darayî dadgehên Herêma Kurdistanê bi awayekî asayî kar nakin.

Berpirsekî asayîşê ji Foreign Affairs re gotiye; “Me girtiyek bire dadgehê lê ji ber nebûna dadwer me ew vegerand. Piştî mehekî karî derbikeve pêşiya dadgehê.”

Çekdarên biyanî pirsigirêkek din ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê çêdikin. Welatên rojava dixwazin hemwelatiyên xwe yên DAIŞî werbigrin. Lê welatên weke Rûsya û Tacîkîstanî naxwazin çekdarên hemwelatiyên xwe werbigrin.

Herwiha di dema dadgehkirina van kesan de pirsgirêka peydakirina wergeran jî heye. Berpirsê asayîşê dibêje; “Ji bo peydakirina wergerekî bi zimanê çeçenî, gelek dem pêwîst kir. Ew çekdarê çeçenî bi qasê ku bikare ligel berpirsên zîndanê biaxive erebî fêrbûye lê di dadgehê de pêwîstî bi wergerê bê alî heye. Ji ber ku hemû goıtinên di dadgehê de divê vegerînin ser zimanê tometbar.”

Mijareke din ew e, ku dikare di dema pêş de ji bo rêveberiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bibe pirsgirêk, hikmê cezaya ji bo endam û alîgirên DAIŞê ye.

Berpirsê Beşa Yasayî ya Zîndana Meeskerê Selam a Silêmaniyê Şivan Burhan dibêje; “Cezayê endam û alîgirên DAIŞê bi 5 salan dest pê dike û heta îdamê jî diçe. Alîgirên vê rêxistinê û ew ên propaganda kirine, 5 sal ceza dixwin. Lê ew kesên beşdarî çalakiyên kuştinê bûne, cezaya îdamê jî werdigrin. Gelek çekdar hene, ku dadgehên Iraqê biryara îdamê dane lê di zîndanên Kurdistanê de hikmê girtina heta hetayê (mûebet) werdigrin.”

Metirsiya zîndanan

Yek ji guman û nîgeraniya berpirsên ewlekariya Herêma Kurdistanê û Iraqê ew e, ku zîndan di nav çekdarên tundrew ên îslamî de bibin navenda avakirina torên pêwendiyan. Ji ber ku gelek çekdar û berpirsên El-Qaîde û paşî yên DAIŞê, di zîndana Bûka ya Iraqê de hev naskirin û plana piştî azadbûna xwe dariştin. Herwiha girtîgeha Bûkayê bibû cihê peydakirina alîgir û endamên nû yên El-Qaîdê.

Li gorî gotina berpirsên ewlekariyê, piştî ku dadgeh biryara dawîn li ser çekdaran dide, çavdêriya li ser wan jî kêm dibe. Ew kesên di dosyeya terorê de tên girtin, di beşekê de bi hev re dimînin. Lê derfetê wan heye, ku ligel girtiyên din jî hev bibînin û biaxivin.

Şivan Burhan di vê mijarê de dibêje; “Çekdarên girtî dikarin li cihên giştî yên zîndanê û herwiha li mizgefta girtîgehê, girtiyên din jî bibînin.”

Yek ji wan girtiyan, ku 6 mehan di zîndana Meeskerê Selam de maye, ji govara Foreign Affairs re gotiye; “Min gelek dixwest ez derbarê ol û ayîn de tiştan ji DAIŞiyan fêr bibim.”

Ev yek ew gef bi xwe ye, ku girtiyên DAIŞê dikarin di pêşerojê de ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê çêbikin. Ji ber, ku di van şertan de girtîgeh dikarin bibin cihekê aram ji bo xwe birêxistinkirin, peydakirina endaman û avakirina torên nehênî.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1537 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:52:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x