HSDê 50 DAIŞî radestî Iraqê kirin

Karwaneke din ya malbatên DAIŞê yên Iraqî ku ji 50 kesan pêk tê ji Kampa Holê ya Rêveberiya Xweser bo Kampa Cedaa ya Neynewayê hate vegerandi

13.08.2022, Cts - 11:07

HSDê 50 DAIŞî radestî Iraqê kirin
Nuçe Belav bike

Li gorî Şaneya Ewlehiya ya Iraqê, îro Şemiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karwaneke din ya malbatên çedkarên DAIŞê yên Iraqî ku ji 50 kesan pêk tê radestî Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê kiriye, ji Kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê ji bo Iraqê hatine vegerandin û li Kampa Cedaa ya Neynewayê hatine bicîh kirin.

Hefteya borî jî şandeke Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê serdana Kampa Holê kiribû û navên kesên ku dixwestin vegerînin Iraqê tomar kiribûn.

Ev 6emîn karwana malbatên Iraqî yên DAIŞê ye ku di dema 15 mehan de ji wê kampê bo Iraqê tên vegerandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 309 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x