Roşan Cafer pirtûka “Xwarinên Kurdî” bi zimanê Hollandî derxist

Roşan Cafer ku jineke Kurd a Efrînê ye, li Belçîkayê pirtûkek bi navê Xwarinên Kurdî bi zimanê Hollandî belav kir.

06.05.2023, Cts - 16:19

Roşan Cafer pirtûka “Xwarinên Kurdî” bi zimanê Hollandî derxist
Nuçe Belav bike

Pirtûk bi merasîmeke mezin û bi amadebûna ewropî û Kurdên dîasporayê hat pêşkêşkirin.

Di pirtûkê de beha hemû xwarinên Kurdî tên kirin û hemû zanyarî, pêkhate û wêneyên xwarinan tê de hene.

Nivîskara pirtûkê Roşan Cafer 25 sal in li bajarê Leuven ê Belçîkayê dijî û 10 sal in xwarinê ji malekê ku kesên temenmezin lê dimînin amade dike. Her wiha ew di çalakiyên taybet ên Ewropayê de xwarinan çêbike.

Roşan Cafer derbarê vê pirtûka xwe de ji 24ê re dibêje: Armanca min ew e ku Ewropî bêhtir xwarinên Kurdî nas bikin.

Roşan Cafer hewl dide ku di pêşerojê de vê pirtûka xwe wergerîne zimanên, Ingilîzî, Fransî û Almanî jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x