Di vê demê de ku Tirkiye li ser operasyona Efrînê îsrar dike û topbarana xwe dewam dike, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyeke din ji bo Efrînê da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de wiha got, "Operasyona Efrînê sûdê nagihîne istiqrara Sûriye û herêmê û berjewendiyên Tirkiyeyê bi pêş de naxin."
Derbarê wê Hêzên Ewlekariya Sînoran a girêdayî HSDê ku Hevpeymana li dijî DAIŞê dê wan perwerde bike de, wiha hat gotin: "Piştî bidawîbûna operasyona Reqayê, alîkariya leşkerî ya ji bo HSDê tê kirin, hat guhertin. Êdî pêwîstî bi leşkerên bi çekên giran tine ku mal bi mal bigerin û paqijiyê bikin. Pêwîstî bi hêzekê çêbû ku ewlekariya bingehîn pêk bînin. Di vê çarçoveyê de guhertin çêbû.
Berdevkê Pentagonê Serpel Adrian Rankine-Gallowaye jî pirsên derbarê Efrînê de got ku: "Ez pêşniyar dikim hûn operasyonên yekalî ji hikumeta Tirkiyê bipirsin û lê zêde kir, tevgereke koalîsyona di jêr serweriya Amerîkayê de li Efrînê tuneye, lewra ew li ser operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê disekine.
Galloway got, em bang li hemû aliyan dikin ku ji tevgerên ku rakêşiyê zêdetir bikin dûr bisekinin û bala xwe bidin ser têkbirina DAIŞê weha berdewam kir: "Em di mijara alîkariyên ji bo HSDê ku di şerê li dijî DAIŞê de, şirîkê me yê tenebihûran e, bi Tirkiyeya ku mutefîka me yê NATOyê ye re hevkariyeke ji nêz ve dikin. ev ragihandin, ji endamên payebilind yên hikûmetê bigre, heya fermandarên li Sûriyê li qadê bin û di gelek astên din de berdewam dike. Lê belê nikarim naveroka hevdîtinan aşkere bikim.