Heather Nauert got ku Amerîkayê li ser rewşa Minbicê bi Tirkiyeyê li hev nekiriye.
Nauert di civîna rojnamevanî de, ragihand ku 'Rêkeftin çênebûye.'
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê rêkeftina li ser Minbicê bi Tirkiyeyê re got, "Ev komîk e, lewra li ser mijara Minbicê ti lihevkirinek çênebûye."