Wezareta derve ya Amerîkayê ragehand, ku referandûm bandorê li ser peyvendiyên dîrokî yên di navbera Washington û Hewlêrê nake.
Berdevka wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert ragehand, ku biryara pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê peyvendiyên Kurdistanê û Iraqê aloz dike.
Heather Nauert piştgiriya xwe bo Iraqeke demokratîk ragehand, û got, pêkanîna referandûmê bandorên xirab li ser peyvendiyên dinavbera Kurdistanê û Amarîkayê nake.
Berdevka wezareta derve ya Amerîka diyar kir, peyvendiyên dîrokî yên di navbera Hewlêr û Washington dê berdewam bin.
Di daxûyaniya, ku li ser navê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert hatiye weşandin, tê gotin: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê gelek bêhêvî ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da îro referandumeke yekalî bo serxwebûnê encam bide, di nav de li wan deverên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistana Iraqê ne.”
Daxûyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi pêwendiyên Amerîka lig el Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Pêwendiyên dîrokî yên Wîleyetên Yekgirtiyên Amerîkayê li gel xelkê Kurdistana Iraqê guheretin bi ser de nayê bi sedema referanduma nepabend a îro.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha behsa bandora referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye û daye xuyakirin: “Em di vê baweriyê de ne, ku ev pêngav ne îstiqrarî û nerihetiyê bo Herêma Kurdistanê û xelkê wê zêde dike.”
Herwiha amaje bi wê yekê kiriye: “Ev referanduma yekalî bi şêweyeke zêde pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta Iraqê û cîranên wê gelek aloz dike.”
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa şerê DAIŞê û bandora referandumê li ser vî şerî kiriye û dibêje: “Şerê DAIŞê hêşta temam nebûye û grûpên tundrew li dû derfetekê bo ne îstiqrarî û duberekiyê ne.”