CENTCOM: Tirkiyeyê em agahdar kirine

Fermangeha Hêzên Navendî yên Amerîka (CENTCOM) Joseph Votel derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê de ragihand, Efrîn ji bo wan ne qada operasyonê ye û Tirkiyeyê berî operasyonê ew agahdar kirine.

21.01.2018, Paz - 07:00

CENTCOM: Tirkiyeyê em agahdar kirine
Nuçe Belav bike

Fermandeyê amerîkî Joseph Votel di dema serdana xwe bo Rojhilata Navîn de derbarê Efrînê de ji bo rojnamegeran.

Joseph Votel diyar kir ku Tirkiyeyê derbarê operasyona Efrînê de agahî dane wan û ti operasyona wan tine ye ku li Efrînê bikin, ji ber Efrîn ne qada operasyonên wan de ye.

Fermandeyê CENTCOM anî ziman ew nizanin armanca Tirkiyeyê li Efrînê çi ye, lê ew dilgiranin ku operasyona Efrînê bandorê li ser têkbirina DAIŞê bike.

Derbarê helweata Amerîkayê de jî Joseph Votel wiha axifî: \"Li Sûriyeyê tekoşîna me li dijî DAIŞê berdewam e. Hêj bala me li ser şerê DAIŞê ye ku herêmên kontrol kirine em bistînin. Ji bo vê yekê jî hevkariya me bi hevpeymanên me re didome.\"

Herwiha Votel diyar kir ku Tirkiyeyê ji wan re behsa operasyonekê ji bo bajarê Minbicê nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 954 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x