Matthew Miller: Ji bo sivîlên li Sûriyeyê çi ji destê me bê em dê bikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller der barê rûdawnên li Sûriyeyê got, “Ji bo sivîlên li Sûriyeyê çi ji destê me bê em dê bikin.”

03.12.2024, Sal - 10:21

Matthew Miller: Ji bo sivîlên li Sûriyeyê çi ji destê me bê em dê bikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller îro di civîneke rojnamegeriyê de bersiv da pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde.

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Matthew Miller derbarê rewşa li Sûriyeyê got:

Di nava hêzên koalîsyona ku li Sûriyeyê li dijî DAIŞê hatine avakirin de leşkerên me hene.

Em ji bo rê li vejandina DAIŞê ya li Sûriyeyê bigirin li wir in.

Lêbelê, ez dikarim bibêjim ku em her dem peyamê didin aliyên ku em pê re kar dikin çi li Sûriyeyê û çi  li her devereke cîhanê hemû tedbîran ji bo parastina xelkê sivîl bigirin.

Em ji bo parastina sivîlên li Sûriyeyê çi ji destê me tê dikin.”

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 96 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:10:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x