Pentagon: Bernameya guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê tê danîn

Amerîka û Îraq dê di rojên pêş de dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin. Pentagonê ragihand ku ji bo guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê bernameyeke demkî tê danîn.

26.01.2024, Cum - 05:52

Pentagon: Bernameya guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê tê danîn
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew dê di rojên pêş de bi Îraqê re dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin.

Pentagonê li ser guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê got:

“Sê faktor dê di danîna bernameyê de li ber çavan bên girtin, metirsiya DAIŞê, pêwîstiyên xebat û asta şiyana hêzên ewlehiyê yên Îraqê.”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) herwiha anî ziman:

“Destpêkirina karê komîteyê pabendbûna kûr a Amerîkayê li ser aramiya herêmî û serweriya Îraqê nîşan dide... Komîteya Bilind a Leşkerî rê dide hevkariyeke dualî ya demdirêj a di navbera Amerîka û Îraqê de.”

Wezaretê herwiha tekezî kir:

“Komîteya Bilind a Leşkerî ya Hevbeş, hevdîtinên hevrêziya hevbeş ên Amerîka û Îraqê ye ku 7 û 8ê Tebaxa 2023yan li Washingtonê hatin kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 277 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:48:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x