Pentagon: Erkê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Îraqê berhingarbûna DAIŞê ye

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) amaje da ku, 130 caran li Îraq û Sûriyeyê êrîşî hêzên Hevpeymanan hatiye kirin, herwesa di bersiva pirsyareka peyamnêrê K24ê de got, “Êrîşên milîşyayan metirsîdar in”.

12.01.2024, Cum - 05:55

Pentagon: Erkê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Îraqê berhingarbûna DAIŞê ye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder doh (Pêncşem, 11ê Çileya 2024ê) di konfiranseka rojnamevanî de di bersiva pirsyareka peyamnêrê K24ê di derheqa êrîşên komên çekdar li ser Herêma Kurdistanê de got, “Êrîşên komên milîşyayan li ser Herêma Kurdistanê metirsîdar in, helbet xelk jî tirsiyaye, ev karên xirab ku milîşya dikin neberpirsyarane ne”.

Berdevkê Pentagonê ron kir, “Erkê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Îraqê berhingarbûna DAIŞê ye, lê em dudil nabin ku ji bo parastina xwe û hêzên xwe kiryarên serbazî bikin”.

Di derheqa mana hêzên Amerîkayê li Îraqê de jî got, “Em bi Hikûmeta Îraqê re di şêwrê de ne, lê heta niha çi guhertinek li ser wê yekê nîne ku Amerîka xwe ji Îraqê vekêşe, di demekê ku em li ser daxwaza fermî ya Hikûmeta Îraqê li vî welatî ne”.

Got jî, “Hêzên me ji bo berhingarbûna DAIŞê li Îraqê dimînin, herwesa em wekî hevpareka giring temaşeyî Îraqê dikin”.

Berdevkê Pentagonê amaje da wê yekê jî ku, li Îraqê 53 caran êrîşî Hevpeymanan hatiye kirin, herwesa li Sûriyeyê jî 77 caran êrîşî Hevpeymanan hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x