Pentagon: Ji 4ê Sibatê ve êrişî hêzên me nehatiye kirin

Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Ji 4ê Sibatê ve êrişî hêzên me yên li Îraq û Sûriyeyê nehatiye kirin.”

14.02.2024, Çar - 11:54

Pentagon: Ji 4ê Sibatê ve êrişî hêzên me nehatiye kirin
Nuçe Belav bike

Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singhê amaje pê da ku Washington êdî naxwaze êrişî hêzên wan were kirin.

Sabrina Singh li ser êrişan wiha axivî:

“Em naxwazin ku hêzên me yên li Îraq, Sûriye û Urdunê careke din bibin hedefa êrişan.

Hêzên me ji bo erkê xwe yê nehiştina DAIŞê li wan deran in.”

Çi bûbû?

7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kiribû ku niha li navenda Xezeyê didome.

Li gorî Pentagonê, grûpên nêzîkî Îranê yên ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dikin, ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve herî kêm 170 carî êrişî hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyên Berxwedana Îslamî ya Îraqê, ev grûp êrişên xwe bi armanca “tolhildana Xezeyê” encam didin.

Amerîka jî hinek caran bersîvê dide van êrişan û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê dike hedef.

28ê Kanûna Paşîn a 2024an jî li Urdunê di êrişeke bi dronan de sê leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 41 leşkerên wê jî birîndar bûbûn.

Amerîkayê jî wekî bersivdayînekê 2yê vê mehê êrişî grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraq û Sûriyeyê kiribû.

Çavkaniyên xwecihî wê demê ragihandibû ku di van êrişên Amerîkayê de tenê li Sûriyeyê 23 çekdarên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Îraqê jî dabû zanîn ku 16 çekdarên Heşdî Şebiyê hatine kuştin.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê 2 hezar û 500, li Rojavayê Kurdistanê jî 900 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de Pêşmergeyan û şervanên Rojavayê Kurdistanê perwede dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:36:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x