Pentagon: Li Efrînê sivîl tên kuştin

Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) Adrian Galloway di derbarê operasyona artêşa tirk a li dijî Efrînê ragihand ku niha xelkê sivîl canê xwe ji dest didin û xelk nikarin ji ber êrişan vegerin malên xwe.

22.02.2018, Per - 14:30

Pentagon: Li Efrînê sivîl tên kuştin
Nuçe Belav bike

Adrian Galloway di derbarê êrişên li ser Efrînê got, ‘Niha li wê derê sivîl tên kuştin û xelk ji ber pevçûnan nikarin vegerin malên xwe. Divê rewş were aramkirin.’

Berdevkê Pentagonê ragihand ku operasyona Efrînê bala li ser şerê li dijî DAIŞê belav dike û divê her alî bala xwe bide şerê li dijî DAIŞê.’

Adrian Galloway li ser egera operasyoneke li dijî Minbicê jî got ku ewlekariya wê deverê ji aliyê xelkê herêmê ku Kurd, Ereb û yên din tê girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1227 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:16:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x