Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser êrişan daxuyaniyek belav da.
Pentagonê got, “Ji 17 heta 27ê Çirya Pêşîn, li Îraqê herî kêm 14 caran êrişi hêzên Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman hatine kirin.
Li Sûriyê jî şeş caran bi dron û roketan êrîşî wan hatine kirin, wate bi giştî 20 êriş hatine kirin û piraniya êrişan jî bi rêya sîstema parastinê hatine pûçkirin.”
Pentagonê diyar kir ku di du êrişan de ku bi dronan êrişî Binkeya Eyn Esedê yali parêzgeha Enbarê a Îraqê û Binkeya Tenefê ya li Sûriyê hatine kirin 21 personelên Amerîkî birîndar bûne.
Li gorî wê daxuyaniyê, hêzên Amerîkayê êrişî du depoyên çek û teqemeniyan ên hêzên Supaya Pasdaran û hêzên nêzîkî wan kirine û wiha got:
“Balafirên şer ên F-16 û F-15 yên Amerîkayê roja 26ê Çiriya Pêşîn çend êriş birine ser depoyên çek teqemeniyan li navçeya Ebû Kemalê ya li Sûriyê ku ji aliyê Supaya Pasdaran û grûpên nêzîkê Supaya Pasdaran ve dihatin bikaranîn û her du depo (cebilxane) hatine jinavbirin.”
Li gorî Pentagonê, ti peywendiya êrişên ser hêzên nêzîkê Îranê, bi şer û aloziyên navbera Îsraîl û grûpên çekdar ên Xezzeyê ve nîne û pê de çû:
Ev êriş bi mebesta parastina personelên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyê ne û ji nakokiyên navbera Îsraîl û Hemasê cuda ne.
Siyaseta Amerîkayê li hemberî nakokiyên di navbera Îsraîl û Hemasê de naguherînin.”
Dawiya sala 2021an Iraqê ragihand ku erkê hêzên şerker ên biyanî li welêt bi dawî bûye û erkê Hevpeymaniya Navdewletî bo şêwir û perwerdekirina hêzên navxwe hat guhertin.
Di wê çarçoveyê de, du hezar û 500 serbazên Amerîkî û hezar serbazên din ên Hevpeymaniya Navdewletî li sê binkeyên serbazî û esmanî yên Îraq û Herêma Kurdistanê mane.