Pentagon: Îraqê daxwaza vekişîna hêzên me nekiriye

Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Îraqê daxwaza vekişîna hêzên me nekiriye.”

26.01.2024, Cum - 11:38

Pentagon: Îraqê daxwaza vekişîna hêzên me nekiriye
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Wezareta Parastinê ya Îraqê da zanîn ku her du welatan lijneyeke bilind a leşkerî ava kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, ev lijne ji bo “şirîkatiyeke ewlehiyê ya dualî” dê bi taybetî li ser guherîna xwezaya pêwendiyên Îraq û Amerîkayê bisekine.

Li gorî rêkeftinê, Amerîka û Îraq dê di rojên pêş de dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin.

“Gelo Îraqê xwestiye ku hûn vekişin?”

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bi bîr anî ku li ser vê lijneyê şîroveyên cuda hene û pirsî “Gelo Îraqê xwestiye ku hûn vekişin?”

Alîkara Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh li ser pirsa Diyar Kurde wiha axivî:

“Na, ti daxwaza Îraqê ya ji bo vekişîna hêzên me negihiştiye ber destên me.

Lijneya Bilin a Leşkerî ya Îraq-Amerîkayê li ser çawabûna pêwendiyên Îraq û Amerîkayê yên paşerojê dixebite.

Hinek faktorên girîng hene. Metirsiya DAIŞê ya niha ji ya deh sal berê gelekî cihêtir e.”

“Gelo dê Pêşmerge tevî civînan bibe?”

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku Heşdî Şebî û Pêşmerge beşek in ji parastina Îraqê û ji Sabrina Singhê pirsî, “Gelo dê Pêşmerge û Heşdî Şebî tevî civînên wê lijneyê bibin an na?”

Alîkara Berdevkê Pentagonê ev pirs jî bi vî awayî bersivand:

“Ev civîneke di navbera Hikûmeta Îraqê û Amerîkayê de ye. Bi ya min civîn dê di demeke nêzîk de dest pê bikin lê ez nizanim bê kî beşdar dibe.

Ez behsa wê nakim ku kî beşdarî van civînan dibe. Dema agahiyên zêdetir hatin em dê bi we re parve bikin.”

Li aliyê din, Serok Barzanî ragihand ku ew piştgiriyê didin destpêkirina danûstandinên Îraq û Amerîkayê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê de bi başî nirxand û piştgirî dayê.

Hebûna Amerîkayê ya li Îraqê

Amerîka dawiya sala 2011an ji Îraqê vekişiyabû lê piştî ku şerê DAIŞê dest pê kir, sala 2014an di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de careke din li Îraqê vegeriya.

86 welat endamên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ne.

Ev hêz ji sala 2021ê ve êdî bi DAIŞê re şer nakin û perwerdeyê didin hêzên leşkerî ên Îraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê û şêwirmendiya wan dikin.

Du hezar û 500 leşkerên Amerîkayê û 500 leşkerên 20 welatên din, li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, Baregeha Asmanî ya Eyn Esedê ya li Enbarê, Baregeha Union 3yê ya li Herêma Kesk a Bexdayê û Navenda Piştigiriya Dîplomasiyê ya li Bexdayê hatine bicihkirin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir milîsên nêzîkî Îranê gelek caran êrişî van hêzên Amerîkayê dikin.

Herwiha hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî dibin hedefa van êrişan.

Grûpa Şîe ya ku nave “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe dike berpisiyariya piraniya ven êrişan dixe stûyê xwe.

Amerîka jî carinan wekî bersivekê êrişî hêzên Heşdî Şebî û Lîwayên Hizbulahê yên li Îraqê dike.

Amerîkayê 4ê vê mehê li Bexdayê êrişî baregehe Heşdî Şebiyê kiribû û du fermandarên Heşdî Şebiyê hatibûn kuştin.

Amerîkayê herî dawî jî li Îraqê 24ê vê mehê bi balafirên şer êrişî Hizbulahê kiribû.

Piştî van êrişên Amerîkayê daxwazên li ser vekişîna Amerîkayê zêde bûne û gelek alî dixwazin Amerîka dîsa ji Îraqê vekişe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 263 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:15:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x