Peymangeha Waşington: Amerîka gefa derbaskirina HSDê bo Efrînê li Tirkiyê xwar

Li gor raporta wê Enstûtiya Waşintonê ya Lêkolînên Stratejîk, Amerîka ji Tirkiyê re gotiye eger Cebhet El Nusre dernekeve, dê Amerîka rê ji HSDê re veke ji bo ku derbasî Efrînê bibe.

22.10.2022, Cts - 19:13

Peymangeha Waşington: Amerîka gefa derbaskirina HSDê bo Efrînê li Tirkiyê xwar
Nuçe Belav bike

Enstûtiya Waşintonê ya Lêkolînên Stratejîk di raporteke xwe de ragihand Amerîka ji Tirkiyê xwestiye ku çekdarên Cebhet El Nusre ango Tehrîr el Şam ji Efrîn û gundewarê Helebê derkevin, eger na dê rê ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re veke ku derbasî wî bajarê Rojavayê Kurdistanê bibin.

Di raportê de tê gotin ku piştî wê yekê Tehrîr el Şam ji hinek cihên Efrînê derketiye, lê hîn jî hinek dezgehên wê yên ewlehî û istixbaratî li Efrînê mane.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê sêşema derbasbûyî di derbarê bûyerên Efrînê de xemgîniya xwe anîbû ziman û daxwaza parastina sivîlan kiribû.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel roja Sêşemê ji di bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê Roj Elî Zale de gotibû "Em ji aloziyên dawî yên li bakurrojavayê Sûriyeyê bi taybetî ji ber bandora wê ya li ser sivîlan bi fikar in."

Vedant Patel wiha gotibû: Yekem; Ez dixwazim bibêjim ku Tirkiye li herêmê şirîkek girîng e û hevalbendek NATO ye; Ji ber vê yekê em li ser gelek mijaran bi wan re di têkiliyê de ne, lê di derbarê pirsa we de, bêguman em ji aloziyên vê dawiyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê, bi taybetî li ser bandora li ser sivîlan nîgeran in. Em bang li hemû aliyan dikin ku rageşiyê sist bikin û ewlekarî û parastina gelê Sûriyê deynin pêşiya xwe. Weke hûn jî dizanin, Desteya Tehrîrî El Şam wek rêxistineke terorîst hatiye binavkiri û divê dest ji çalakiyên xwe yên tundutîjî yên li herêmê berde.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:48:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x