Şerê li Ukraynayê: Trump û Putin li hev kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di pêwendiya telefonî ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re de wan li ser destpêkirina danûstandinan a ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê li hev kiriye.

13 Sibat 2025 - 07:16
13 Sibat 2025 - 07:16
 0  501
Şerê li Ukraynayê: Trump û Putin li hev kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê axivîn.

Donald Trump piştî pêwendiya telefonî li ser hesabê xwe yê Social Truthê daxuyaniyek belav kir.

Trump da zanîn ku wan şerê Rûsya - Ukrayna, bipêşketinên li Rojhilata Navîn, mijarên enerjî û ên din gotûbêj kirine û diyar kir ku ew dixwazin şerê li Ukraynayê rawestînin.

Serokê Amerîkayê Trump got, "Lê berî her tiştî, wekî ku me her duyan li hev kir, em dixwazin rê li ber milyonan mirînên ku di Şerê Rûsya û Ukraynayê de çêdibin bigirin."

"Me li hev kir"

Trump ku got "Me li ser destpêkirina danûstandinan a di navbera tîmên me de li hev kir" û ragihand ku ew dê Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ji rewşê agahdar bike.

Donald Trump ku anî zimên ew bawer dike danûstandin dê bi ser bikevin, da zanîn ku wî ji bo danûstandinan, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Serokê CIAyê John Ratcliffe, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Michael Waltz û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff wezîfedar kirine.

Trump her wiha ji ber ku Marc Fogelê ku li Rûsyayê hatibû girtin hatiye berdan spasiya Putin kir.

Daxuyaniya Kremlînê

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowa paytexta Rûsyayê derbarê pêwendiya telefonî ya di navbera Putin û Trump de ji rojnamegeran re axivî.

Peskov diyar kir ku her du serokan mijara veguheztina girtiyan gotûbêj kiriye û got, "Trump garantî da ku aliyê Amerîkayê dê hemû lihevkirinên ku gihiştine wan pêk bîne."

Peskov da zanîn ku wan ji Trump re ragihandiye ew amade ne rayedarên Amerîkayê li Rûsyayê pêşwazî bikin û şande dikarin mijarên ku berjewendiyên hevbeş ên her du welatan, di nav de mijara Ukraynayê, gotûbêj bikin.

Putin, Trump dawetî Moskowê kir

Her wiha Peskov anî zimên ku Putin, Trump dawetî Moskowê kiriye û got:

"Putin û Trump di hevdîtinê de biryar da ku dema mijara Ukraynayê gotûbêj dikin, têkiliyên şexsî, di nav de hevdîtina rû bi rû, bidomînin."

Berdevkl Kremlînê Peskov diyar kir ku her du serokan bipêşketinên li Rojhilata Navîn jî şêwirîne û got:

"Bernameya nukleerî ya Îranê û têkiliyên aborî yên di navbera Rûsya û Amerîkayê de jî hatin gotûbêjkirin.

Hevdîtineke telefonî ya dirêj bû, nêzîkî saet û nîvekê ajot."