Îstixbarata Amerîkayê: Rûsya çekên nûkleer dişîne fezayê

Serokê Komîteya Îstixbaratê ya Parlamentoya Amerîkayê Mike Turner behsa “gefeke cidî ya ewlehiya neteweyî” kir lê naveroka wê parve nekir.

15.02.2024, Per - 12:17

Îstixbarata Amerîkayê: Rûsya çekên nûkleer dişîne fezayê
Nuçe Belav bike

Serokê Komîteya Îstixbaratê ya Parlamentoya Amerîkayê Mike Turner ji serokê Amerîkayê Joe Biden xwest ku nepenîtiya li ser dosyayê were rakirin.

Axaftina Tuner a ku naveroka wê ne gelekî zelal bû li ser medyaya civakî bû rojev.

Çapemeniya Amerîkayê diyar kir ku dosya li ser plana Rûsyayê ye.

Herwiha hat gotin ku Rûsya dixwaze li fezayê çekên nûkleer bi cih bike.

Koşka Spî daxuyanî da

Di heman rojê de, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Jake Sullivan got ku şîroveyên Turner ew matmayî hiştiye.

Sullivan herwiha diyar kir ku îro ew dê bi serokên Kongreya Ewlehiya Bilind re civînekê li dar bixin.

Li gorî çavkaniyên ku ji ABC News û New York Timesê re axivîne, Rûsya çekên nukler ên dijpeyk dişîne fezayê.

Çavkaniyan diyar kir ku gefa ewlehiyê ya Turner behs dike, têkildarî plana Rûyayê ye.

Li gorî New York Timesê, Amerîka derbarê mijarê de hevpeymanên xwe jî agahdar kirine.

Li hêla din, hat gotin ku niha metirsiyek nîne, Rûsya hîna di pêvajoya pêşxistina teknolojiyê de ye.

Rûsyayê roket şandibû fezayê

Rûsyayê 9ê Sibatê roketa Soyuzê ya ku barekî leşkerî yê veşartî hildigirt şandibû fezayê.

Nayê zanîn ku hişyariyên îstixabaratê bi vê roketê ve girêdayî ne yan na.

Rêveberê Federasyona Zanyarên Amerîkî Hans Kristensen li ser mijarê got:

“Rûsyayê bi peykên ku manewrayê dikin re hinek ceribîn kirin.

Dibe ku ev ji bo pûçkirina peykên din tê kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:54:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x