Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Blinken daxuyanî da

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Blinken got, “Blinken û Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya hevkariyê kir.”

28.02.2024, Çar - 06:02

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Blinken daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê hevdîtina doh a navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de daxuyaniyek da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di daxuyaniyê de wiha got:

Wezîr (Antony Blinken) û Serokwezîr (Mesrûr Barzanî) di çarçoveya pabendbûna hevbeş û domdar a bi ewlehiya herêmê û nirxên hevbeş, di nav de rêveberiya baş û rêzgirtina mafên mirovan tekezî li ser giringiya hevkarî Amerîkayê ya li gel Herêma Kurdistanê kir.

Wezîr Blinken piştevaniya xwe ji bo hevkariyên avaker a di navbera Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha yekrêziya zêdetir a di nav Herêma Kurdistanê de, ji bo pêşdebirina aramî û bextewariya aborî ji bo hemû gelên Îraqê nîşan da.

Lîderan herwiha li ser giringiya beşdariya kurdan a di Komîsyona Bilind a Leşkerî ya Amerîkayê de gotûbêj kirin ku dê derfetê bide derbasbûna ji bo hevkariyeke dualî ya ewlehî ya berdewam di navbera Amerîka û Îraqê de û Herêma Kurdistanê jî di nav de.

Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê tekezî li ser wê yekê kir ku piştevaniya Amerîka ji bo Kurdistaneke berxwedêr dê berdewam bibe li ser bingeha peywendiyên dînamîk û berfereh yên ku Amerîka pêxweşiyên wê bi Îraqê re heye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:36:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x