Îsraîl: Îran li Suriyê kargehek mûşekan a duravêj ava dike

Çapemeniya Îsraîl'ê îdia dike ku, Îran li Bakûrê Rojavayê Suriye'yê jibo hilberîna Mûşekên duravêj kargehek nû ava dike.

16.08.2017, Çar - 11:53

Îsraîl: Îran li Suriyê kargehek mûşekan a duravêj ava dike
Nuçe Belav bike

Li gorî îdiaya Kanala 2 a Îsrailê diyar dike ku, Îran li Suriye li bajarokê Benyas nêzîkî Derya Spî destpêkiriye kargehek mûşekên dûravêj ava dike. Herweha bi wêneyên ji esman ve hatî girtin, cîh û xebatên avakirina vê xebata Îranê nîşan kir.

Ligor pîsporên Îsrailî ev kargeh, wekî kargehek mûşekî li nêzîkî Tehranê ava dibe û ev “Xeta Sor” e ji bo Îsrail e.

Berî demekê Serokwezîrê Îsrailê bal kişandibû ser wê yekê ku, Îran li Suriye xwedî bernameyên stratejîk e û li Suriye bandora xwe ya leşkerî berferehtir dike. Rêveberiya Washingtonê Rusya li ser vê babetê agahdar kiribû û xwestibû hevkariya her du welatan rê nede berferehiya berjewendiyên leşkerî yên Îranê li Suriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:10:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x