Amerîka hişyariyeke tund dide welatiyên xwe: Neçin Iraqê

Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyeke tund da welatiyên xwe û bang li wan kir ku ji ber "metirsiyên mezin" ên weke tundûtûjî, revandin û şerê çekdarî, neçin Iraqê. Di heman demê de, wezaretê ferman da karmendên xwe yên ne-sereke ku ji ber zêdebûna rageşiya li herêmê, ji Iraqê derkevin.

12.06.2025, Per - 11:36 [ Güncellenme: 12.06.2025, Per - 12:33 ]

Amerîka hişyariyeke tund dide welatiyên xwe: Neçin Iraqê
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya fermî ya ku îro 12ê Hezîranê ji aliyê Nivîsgeha Konsulxaneyan a Wezareta Derve ve hatiye weşandin, ji welatiyên Amerîkayê hatiye xwestin ku "ji ber teror, revandin, şerê çekdarî, aloziyên sivîl û sînordarbûna şiyanên hikûmeta Amerîkayê ji bo pêşkêşkirina xizmetên awarte, bi ti sedemê serdana Iraqê nekin."

Metirsiyên giran û tedbîrên ewlehiyê

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "welatiyên Amerîkayê li Iraqê bi metirsiyên gelek giran re rû bi rû ne, di nav de tundûtûjî û revandin. Komên terorîst û serhildêr bi awayekî sîstematîk êrîşî hêzên ewlehiyê yên Iraqê û sivîlan dikin. Her wiha, mîlîsên dijberî Amerîkayê gefan li welatiyên Amerîkî û şirketên navneteweyî dixwin."

Wezaretê ragihand, ji ber gefên cidî, karmendên hikûmeta Amerîkayê li Iraqê neçar in ku di bin tedbîrên ewlehiyê yên gelek tund de bijîn û bixebitin. Wekî din, ji ber nîgeraniyên ewlehiyê, bikaranîna Firokexaneya Navneteweyî ya Bexdayê li ser personelên hikûmeta Amerîkayê hatiye qedexekirin.

Rageşiya ligel Îranê zêde dibe

Ev pêngav di demekê de tê ku rageşî di navbera Amerîka û Îranê de li herêmê zêde dibe. Serokê Amerîkayê Donald Trump duh Çarşemê ragihandibû, rêveberiya wî ji ber ku Rojhilata Navîn bûye cihekî "bimetirsî", dest bi veguhestina karmendên xwe ji herêmê kiriye. Trump her wiha tekez kir ku "Îran nikare bibe xwedî çekê nukleerî."

Daxuyaniya Trump piştî wê yekê hat, berpirsekî Amerîkî aşkera kiribû ku Washington ji ber sedemên ewlehiyê hejmara karmendên xwe li balyozxaneya xwe ya li Iraqê kêm dike. Di heman demê de, hin raporan amaje bi wê yekê kirin, ku Amerîka karmendên xwe ji balyozxaneyên li Kuweyt û Behreynê jî vediguhêze.

Bersiva Îranê: "Em dikarin li hemû bingehan bidin"

Li hemberî gefên Amerîkayê, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Ezîz Nasirzade duh bersiveke tund dabû. Nasirzade gotibû: "Em hêvî dikin ku danûstandin bigihîjin encamekê, lê eger ev pêk neyê û şer li ser me were ferzkirin, bêguman dê ziyanên aliyê din ji ziyanên me gelek mezintir bin."

Wezîrê Îranî gef li Amerîkayê xwar û got: "Şiyanên me hene ku em xwe bigihînin hemû bingehên wan (yên Amerîkayê) yên welatên hermên. Em ê bêyî dudilî li wan bidin. Di wê rewşê de, Amerîka dê neçar bimîne ku ji herêmê derkeve."

 

Vî nûçeyê tevayî: 107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:50:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x