Amerîka sîstemên berevaniya asmanî li 4 welatên Rojhilata Navîn bicih dike

Amerîka wek pêşbîniyekê ji bo operasyona bejayî ya Îsraîlê li ser Xezzeyê, nêzî 10 sîstemên berevaniya asmanî li Rojhilata Navîn bicih dike.

26.10.2023, Per - 08:31

Amerîka sîstemên berevaniya asmanî li 4 welatên Rojhilata Navîn bicih dike
Nuçe Belav bike

Li gorî rojnameya “Wall Street Journal”, bicihkirina sîstemên berevaniya asmanî yên Amerîkayê, dê li Urdin, Iraq, Erebistana Siûdî û Sûriyeyê be.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin hefteya borî ragihandibû, li hember êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya asmanî ya THAAD û sîstemên mûşekî Patriot bişîne Rojhilata Navîn, bêyî ku cihê wan diyar bike.

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî pêr Sêşemê gotibû, qonaxa bê ya operasyona Îsraîlê li kerta Gazayê ji bo têkbirina tevgera Hemasê nêzîk dibe.

Radyoya Artêşa Îsraîlê jî şeva borî ragihand, bi armanca pêkanîna êrîşeke bejahî li ser Hemasê, hêzên wan şeva borî derbasî kerta Xezzeyê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 679 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:51:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x