Dîrektorê CIAyê Burns: '40 sal e min Rojhilata Navîn ev qas tevlihev û li ber teqînê nedît'

Dîrektorê Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns destnîşan kir ku piştî 7ê Cotmehê pêvajoya li Rojhilata Navîn qonaxeke nû dest pê kir û wiha dewam kir, "Min 40 salên xwe yên dawîn li Rojhilata Navîn an jî li ser vê herêmê derbas kir, lê min Rojhilata Navîn ev qas tevlihev û li ber teqînê nedît."

31.01.2024, Çar - 07:23

Dîrektorê CIAyê Burns: '40 sal e min Rojhilata Navîn ev qas tevlihev û li ber teqînê nedît'
Nuçe Belav bike

Dîrektorê CIAyê Burns ji bo Foreign Affairsa kovara polîtîkaya dereke ya Amerîkayê gotareke bi sernavê "Ajantî û Rêvebirina Dewletê: Ji bo Sedsala Reqabetê Veguherîna CIAyê" nivîsî û li ser gelek mijarên ku bi têkiliyên navneteweyî ra eleqedar in, nivîsî.

Burns destnîşan kir ku di pêvajoyê da zehmetiyên mezin hene, ji bo kêmkirina êrîşên ku Îsraîl dibin ser Xezeyê, seba peydakirina pêdiviyên însanî yên sivîlên Filistînî, berdana hêsîran, ji bo ku li herêmê bela nebe pêşîlêgirtina pevçûnan û li Xezeyê dîtina formuleke kêrhatî pirsgirêkên gelekî dijwar in ku ew rû bi rû mane.

Burns daxuyand, di 7ê Cotmehê da bi destpêka êrîşên Hemasê va li herêmê şer dest pê kir û hê jî Îsraîl li Xezeyê komkujiyan dike û ev rageşî ne tenê herêmê, hemû pergala kurewî eleqedar dike û wiha dewam kir, "Min 40 salên xwe yên dawîn li Rojhilata Navîn an jî li ser vê herêmê derbas kir, lê min Rojhilata Navîn ev qas tevlihev û li ber teqînê nedît."

Burns ji aliyê rewşa herêmê va li ser hevkêşa Îran û Îsraîlê jî wiha got, "Ji bo ewlehiya Îsraîl û herêmê mifteha kêrhatî bi Îranê ra derxistina serederiyê ye. Rejima Îranê di krîza heyî da xurt bû û wisa dixuyê ku heta koka wekîlên wî yên li herêmê neqele, ji bo şer amade ye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x