Îsraîlê derdora Şamê da ber mûşekan

Îsraîl şeva borî êrîşên asmanî li ser hin xalên leşkerî yên hêzên rêjîma Sûriyê li başûrê Şama paytext pêk anîn.

07.06.2022, Sal - 07:47

Îsraîlê derdora Şamê da ber mûşekan
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ji zarê jêderekî leşkerî belav kir, şeva borî demjimêr 23: 18, Îsraîlê ji aliyê Golanê ve êrîşeke asmanî pêk anî û hin xal li başûrê Şamê kirin armanc.

Wî jêderî got jî: Sîstemên me yên berevaniya asmanî rûbirûyî mûşekên dijminan bûn û piraniya wan xistin xwarê.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, êrîşa esmanî ya Îsraîlê hin cihên leşkerî li devera Kiswa li başûrê Şamê bi 10 mûşekan armanc kirin ku milîsên Hizbullah a Lubnanî û bataryayên berevaniya asmanî yên rêjîma Sûriyê li wê deverê hene.

Destnîşan kir jî, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê herî kêm 7 mûşek xistin xwarê.

Rewangehê diyar kir jî, mûşekek li bajarokê Eqreba ket û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Roja 20ê Gulana borî jî Îsraîlê bi mûşekên erd-erd êrîşek li ser hin xalên başûrê Şamê pêk anî û di encamê de 3 kes hatibûn kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 760 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:19:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x