Başak Demîrtaş ji namzediyê vekişiya: Ji DEM Partîyê daxûyanî

Başak Demîrtaşê ragihand ku ew ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê nabe namzed. Her wiha DEM Partiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku biryara vekişîna Başak Demirtaş bi îradeya hevbeş hatiye wergirtin.

07.02.2024, Çar - 12:04

Başak Demîrtaş ji namzediyê vekişiya: Ji DEM Partîyê daxûyanî
Nuçe Belav bike

DEM Partiyê 3yê sibata ragihandibû ku ew dê bi namzedên xwe beşdarî hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bibin.

DEM Partiyê herwiha gotibû ku ew dê 9ê sibatê namzedên xwe eşkere bikin.

Derbarê berbijêriya Başak Demîrtaşê de jî gelek îdia dihatin kirin.

Başak Demîrtaşê îro daxuyaniyek belav kir û şêwirmendê wê Zinar Karavil nuxseyek daxuyaniyê ji Rûdawê re şand.

Başak Demîrtaşê di daxuyaniya xwe de got, wê û DEM Partiyê li ser mijarê li hev kiriye û ew serlêdana fermî nake.

"Hemû biryar bi hemahengiya li gel partiya me hatine dayîn"

Başak Demîrtaşê di daxuyaniya xwe de got:

“Min anîbû ziman ku ez amade me ku ji bo namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê berpirsyariya xwe bi cih bînim da ku piştgiriyeke xurt bidim polîtîkaya hilbijartina herêmî ya partiya me.

Min roja 5ê Sibata 2024an bi şandeyeke nûnertiya partiya me re hevdîtin pêk anî û di derbarê hemû geşedanan de ez hatim agahdarkirin.

Di encama şêwirên me yên hevbeş de, partiya me diyar kir ku wan ji vê daxuyaniya hêz wergirtiye.

Em spasiyên xwe pêşkêşî navenda DEM Partiyê û gelê xwe yê rêzdar dikin ku di gotûbêjên namzediyê de bi hemû awayî piştgirî da û wan baweriya xwe bi me anî.

Di vê qonaxê de me û partiya me li hev kir ku beyannameya min a namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê veneguhere serlêdanê.

Divê hemû gelê me û endamên partiya me zanibin ku hemû biryar bi hemahengiya li gel partiya me hatine dayîn.”

"Em dê bi ser bikevin"

Başak Demîrtaşê herwiha got, “Di rojên pêş de berbijêrên ku dê partiya me ragihîne dê berbijêrên me hemûyan bin û em dê bi hemû hêza xwe li pişt van hevalan bin û ji bo serkeftina partiya xwe bixebitin.

Ez bi taybetî rica dikim ji bilî daxuyaniyên fermî yên partiya me guh nedin ti daxuyaniyên din û rê nedin spekulasyonan.

Em dê hemû bi hev re bi ser kevin, çi dibe bila bibe em dest ji prensîbên bingehîn ên demokrasiyê, dadmendî, wekhevî û lêgerîna aştiyê bernadin. Û em dê tekez bidserdkevin. Dem dema me ye!”

DEM Partî: Me bi hev re biryar da

Piştî Başak Demirtaşê, DEM Partiyê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û got:

“Di nav berbijêrên Stenbolê de herî zêde navê rêhevala me Başak Demirtaşê di nav raya giştî de derket pêş.

Piştgiriya rêhevala me Başak Demirtaşê ya ji bo namzediya Stenbolê bêguman hêzeke zêde da me.

Em ji destpêka pêvajoyê ve bi Başak Demirtaşê re şêwrê dikin.

Lijneyên me yên desthilatdar di qonaxa niha de hemû geşedan nirxandin û hevdîtin bi Başak Demirtaş re kir û di nav hevahengiyê de biryar hat dayîn ku nebe berbijêr.

Dê di rojên pêş de navên berbijêrên me yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi raya giştî re bên parvekirin.

Em ji ber gihandina sûdê bi dildarî spasiya xoşewîst Başak Demirtaşê dikin û dizanin di qonaxa nû ya piştî pêvajoyê de jî dê piştgiriyê bike.”

"Guh medin spekulasyonan"

DEM Partiyê herwiha got:

"Em bi taybetî rica dikin ku ji bilî daxuyaniyên fermî yên partiya me guh nedin ti daxuyaniyan û rê nedin avakirina bingehê spekulasyonan."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 260 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:25:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x