Brader: Ez xemgîn im ku 'Lê Şemlê' ji bo partiyeke Kemalîst hatiye bikaranîn

Hozan Brader derbarê strana “Lê Şemlê” ya ku wî aranje kiriye û ji bo bangeşeya Ekrem Îmamoglu hatiye adaptekirin axivî.

26.03.2024, Sal - 19:43

Brader: Ez xemgîn im ku 'Lê Şemlê' ji bo partiyeke Kemalîst hatiye bikaranîn
Nuçe Belav bike

Hozan Brader got, “Bila mudaxaleyî stranên Kurdî nekin.”

Strana gelerî ya bi nave “Lê Şemlê” ku ji aliyê hunermendê naskirî yê Kurd Brader ve hatiye aranjekirin doh ji aliyê hin kesan ve ji bo bangeşeya hilbijartinê ya Namzedê CHPyê yê Şaredariya Stenbolê hatibû adaptekirin.

Ji strana “Lê Şemlê” re, gotinên pesnê Ekrem Îmamoglu didin hatine nivîsin û wekî vîdeo klîba “Ekremo” hatiye amadekirin.

Di vîdyoyê de dîmenên bangeşeya Ekrem Îmamoglu yên hilbijartinê tê de cih digirin.

“Gelekî heyf bûye”

Hozan Brader ku di albûma xwe ya bi nave “Maçek Bide Min” de cih dabû strana gelerî ya bi navê “Lê Şemlê” û aranje kiribû derbarê guherîn û adaptekirina stranê ji Rûdawê re axivî û got:

“Piştî xebat û lêkolînan dûr û dirêj min aranjeya strana Lê Şemlê ya gelêrî kiribû.

Stran di albûma min a ji aliyê Aydin Muzîkê ve hatiye derxistin de cih digire.

Dema ji bo propagandaya partiyeke Kemalîst hat bikaranîn ez gelekî xemgîn bûm.”

“Mafê telîfê di destê Aydin Muzîkê de ye”

Derbarê mafên telîfê yên stranê jî Hozan Brader got:

“Mafê telîfê yê stranê di destê Aydin Muzîkê de ye. Ez nizanim bê ka destûr ji wan wergirtine yan na.

Lêbelê gelekî heyf bûye ku muzîk û stranên Kudî wisa bi kar anîne.”

Bila stranên ku bûne milkên Kurdan bi kar neynin

Di berdewamiyê jî de Hozan Brader got:

“Bila mudaxeleyî stranên Kurdî nekin û bi wî awayî nexin xizmeta partiyên Tirkan.

Eger ji Îmamoglu hez dikin bila jê re stranekê çêkin. Bila stranên ku bûne milkên Kurdan bi kar neynin.”

Strana “Lê Şemlê” di albuma “Maçek Bide Min” a Hozan Brader de cih girtiye ku di sala 1999an de aliyê Aydin Muzîkê ve derketiye.

Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:50:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x