Erişa li Enqereyê: Nasnameyên 5 kesan hatin eşkerekirin

Nasnameyên 5 kesên ku di êrişa çekdarî ya li Enqereyê de hatine kuştin hatin ragihandin.

24.10.2024, Per - 10:12

Erişa li Enqereyê: Nasnameyên 5 kesan hatin eşkerekirin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Kahramankazanê ya parêzgeha Enqereyê li Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirkan (TUSAŞ) êrişeke çekdarî hat kirin û piştî wê dengê teqînan hat bihîstin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişa çekdarî de 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Alî Yerlîkaya her wiha da zanîn ku 2 êrişkar jî hatine kuştin.

Hat ragihandin ku karmendê kontrola kalîteyê ya TUSAŞê Cengîz Coşkun, Endazyara Makîneyê Zahîde Guçlu, karmendê TUSAŞê Hasan Huseyîn Canbaz, karmendê ewlehiyê Atakan Şahîn Erdogan û ajokarê taksiyê Murat Arslan ji aliyê êrişkaran ve hatine kuştin.

22 kesên ku di êrişê de birîndar bûbûn li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.

Li aliyê din, êrişkaran piştî ku li navenda navçeya Kahramankazanê li taksiya Murat Arslan siwar bûn piştî demekê ew kuşt û termê wî di bagajê de veşart.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bêyî ku rasterast bibêje "PKKyê kiriye" anî ziman:

“Em her carê cezayê ku heq dikin didin wan lê ew qet nayên ser hişê xwe." 

PKKyê heta niha li ser êrişê ti daxuyanî nedane.

 

Vî nûçeyê tevayî: 151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:30:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x