Piştî erdheja bihêz a ku li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û herwiha çendîn navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê qewimî, erdhejên biçûk didomin.
Duh li nav Deryaya Spî di demjimêr 22:47 xulekan de erdhejeke bi hêza 5,1 pile qewimî û hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 10.77 kîlometre de bûye.
Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Li gor amarên fermî, heta niha 36 hezar û 187 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane û zêdetir 4 hezar erdhejên biçûk rûdane.
Ji ber Erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane.
Heta niha 76 welatan amadebûna xwe ji bo şandina tîmên alîkariyê bo mexdûran nîşan dane û zêdetirî 3 hezar kes jî bo alîkariya mexdûran gihîştine Tirkiyê.
Di vê navberê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li herêmên erdhej lê rû dane, ji bo 3 mehan Rewşa Awarte ragihandiye.