Li Hatayê 3 kes 296 demjimêran piştî erdhejê bi saxî hatin derxistin

Li navçeya Antakya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê piştî erdhejê bi 296 demjimêran yek ji wan zarok 3 kes bi saxî ji bin kavilên avahiyekê hatin derxistin. Karên lêgerîn û rizgarkirina li pey qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê berdewam in.

18.02.2023, Cts - 11:30

Li Hatayê 3 kes 296 demjimêran piştî erdhejê bi saxî hatin derxistin
Nuçe Belav bike

Îro Şemiyê 18ê Sibata 2023an piştî 13 roj di ser erdhejê re derbas bûne tîmên rizgarkirinê li navçeya Antakyayê ji bin kavilên avahiya Kanatliyê 3 welatî piştî 296 demjimêran bi saxî rizgar kirin ku yek ji wan zarok e. Lê piştî nêzîka 2 demjimêran ligel hemû midexaleyê zarokê 12 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejandin.

Erdhejê li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê yên Tirkiyê wêraniyek mezin çê kir.

Li gor amarên dawî ku şeva17ê Sibata 2023an Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandine li wan 11 parêzgehan hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane 39 hezar û 672 kes derbas kiriye. Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbaniyan berdewam in û amar her diçe zêde dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x