Li Şirnexê dijî leşkerên Tirk êrîş...

Li bajaroka Gite ya navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexê li dijî wesayita zirxî ya leşkerên Tirk bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşek hat pêkanîn. Di encama êrîşê de 2 leşker birîndar bûn.

23.11.2017, Per - 13:24

Li Şirnexê dijî leşkerên Tirk êrîş...
Nuçe Belav bike

Li bajaroka Gite ya navçeya Silopî ya girêdayî Şirnexê îro di saet 13.30an de ji aliyê endamên PKKê ve li dijî wesayita zirxî ya leşkerên Tirk bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşek hat pêkanîn. Li gorî çapemeniya Tirk di encama êrîşê de 2 leşker birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin jî yek ji wan leşkeran jiyana xwe ji dest daye, yê din jî lingê wî jê bûye.

Li herêmê ji aliyê leşkerên Tirk ve operasyoneke berfireh hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1331 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x