Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 6 bajaran hişyariya lehiyê da

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Erzingan, Erzerom, Qers, Erdexan, Mûş û Çewligê hişyariya baraneke gur da.

13.05.2023, Cts - 06:44

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 6 bajaran hişyariya lehiyê da
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand li herêman bi baraneke gur re metirsiya lehiyê jî heye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê diyar kir ji ber ku tê pêşbînîkirin ku li derdora Erzingan, Erzerom, Qers, Erdexan, Mûş û Çewligê baraneke zêde bibare, divê li hember neyîniyên wek lehî û birûskan hişyar bin.

Saziyê diyar kir ku di pileya germê de dê guherîneke zêde çênebe.

Tê texmînkirin ku ba wê kêm, car caran jî nerm be, zêdetir dê ji aliyê bakur ve bê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:08:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x