ÎYÎ Partiyê tehemûlî Şêx Seîd nekir: Ensarîoglu da dîsîplînê

ÎYÎ Partiyê ragihand ku wan ji ber gotinên derbarê Şêx Seîd de li dijî Parlamenterê xwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu pêvajoya disîplînê daye destpêkirin.

13.12.2023, Çar - 06:49

ÎYÎ Partiyê tehemûlî Şêx Seîd nekir: Ensarîoglu da dîsîplînê
Nuçe Belav bike

Ensarîoglu derbarê Şêx Seîd de gotibû, “Ez wan tohmetên ku li dijî Şêx Seîd tên kirin bi tundî red dikim. Ew yek ji nirxên herî girîng ên navçeya me ye.”

Navlêkirina navê Şêx Seîd ji bo rêyeke li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê Şaredarê Qeyûmê ve ev demek e di nav Tirkiyeyê de bûye sedema nîqaşan.

Bi taybet aliyên nijadperest ên Tirkiyeyê piştî vê yekê bertekan nîşan didin û car caran çêr û heqaretan li şexsiyata Şêx Seîd dikin.

Lê Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu tevî ku di nav partiyek nijadperest de ye heqaretên li dijî Şêx Seîd qebûl nekirin û nerazîbûn li hemberî wan aliyan nîşan da ku heqarêt li Şêx Seîd dikin.

“Ew yek ji nirxên herî girîng ên navçeya me ye”

Ensarîoglu piştî nîqaşên derbarê Şêx Seîd de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

“Ez wan tohmetên ku piştî nîqaşên navlêkirina navê Şêx Seîd efendî li ser rêyeke Amedê, ji bo Şêx Seîd tên kirin bi tundî red dikim ku bixwe yek ji nirxên herî girîng ên navçeya me ye û bûye nirxekî olî.

Ew kesên ku van tohmetan tînin ziman, ji bilî kûrkirina dijberiya civakî xizmeta ti armanceke din nakin.”

Ev gotinên Ensarîoglu di nav partiya wî de bûn sedema nerazîbûnan ku yek ji aliyên sereke bû beşdarî nîqaşa navê Şêx Seîd bûye û mijar di parlamentoyê de jî anîbû ziman.

Pêvajoya dîsîplînê hat destpêkirin

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu heman rojê li ser hesabê xwe yê medayaya civakî ragihand ku wan ji ber gotinên derbarê Şêx Seîd de li dijî Salîm Ensarîoglu bi fermana Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener pêvajoya dîsîplînê daye destpêkirin.

Zorlu got, “Em vê daxuyaniya Parlamenterê Stenbolê birêz Salîm Ensarîoglu bi ti awayî qebûl nakin ku nirxên binegehîn ên damezrandina ÎYÎ Partiyê û têkoşîn û helwesta wê ya heya niha tine dihesibîne.

Ti pêwendiya nerîneke wiha ligel partiya me nîne û ji niha û pê ve jî nabe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 285 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x